PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku li girtîgeha Edirneyê ji sala 2016an ve girtiye, li ser wefata Cîgirê Serokê HUDA-PARê Mehmet Yavuz ji girtîgehê bi destnivîsa xwe peyameke serxweşiyê ji Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) re şand.
Di peyama ku Parêzer Sidkî Zîlan li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye de, Demirtaş sersaxiyê ji bo kesûkarên Yavuz dixwaze û dibêje:
“Bi hêviya zîldana rûhê yekîtî û biratiyê di êş û kêfê de, ji bo hemû birayên xwe ji dil û can silav û hezkirinên xwe dişînim.”
Mesajın Hüdapar’a iletildiği öğrenildi.#Demirtaş#MehmetYavuz pic.twitter.com/EtHPbMtolW
— Sıdkı Zilan (@sidkizilan) August 12, 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin