Hêzên Amerîkî bo YPGê: Werin em bi hev re bixebitin!

Hêzên Amerîkî bo YPGê: Werin em bi hev re bixebitin!

PeyamaKurd – Hêzên Amerîkî li demeke ku Rûsya-Tirkiye li dorûbera Hesekê amadekariyên avakirina xaleke leşkerî dikin, bang li YPGê kir ku bi wan re bixebitin.

Li gorî çavkaniyên Tirk avakirina xala leşkerî ya Rûs-Tirk di çarçoveya rêkeftina Soçîyê de ye daku di dewriyeyên hevbeş de hêsankarî bo hêzên wan bê kirin.

SOHRê doh ragihandibû ku hêzên Rûsya û Tirkiye li gundê Um Aşbe yê dikeve bakurê Hesekê li ser erdên gundiyan amadekariya avakirina xaleke leşkerî dikin.

Li gorî ajansa SANA ya Sûriyê Artêşa Tirkiyê li gundê Dawudiyê yê dikeve başûrê Serêkaniyê jî sewqiyata leşkerî dike û amadekariya avakirina xaleke leşkerî dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) dispêre çavkaniyên xwe pêbawer diyar dike ku piştî ku beşek ji hêzên Amerîkî li pey biryara vekişînê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji nû ve vegeriyan herêmê, bang li sedan şervanên YPGê yên li Rojhilatê Firatê kirine ku ji nû ve werin bi wan re kar bikin.

Heman çavkanî dibêjin, şervanên YPGê jî li ser vê daxwazê çûne baregehên Amerîka yên li Dêrazor û Hesekê ku li wan deveran rahênana leşkerî distînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin