HSDê saneyeke 6 kesî ya DAISê hilwesand

HSDê saneyeke 6 kesî ya DAISê hilwesand

PeyamaKurd - Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku bi operasyoneke taybet li bajarê Reqayê endamên şaneyeke veşartî ya terorîstên DAIŞê hatiye desteserkirin.

HSD li ser mijarê diyar kir ku şaneya hatiye desteserkirin, demek dirêj ji aliyê Yekîneyên Ewlekariye ve hatiye şopandin û di 8ê Mijarê operasyon li ser hatiye kirin.

Hat zanîn ku bi şaneya ku ji 6 kesan pêk dihat re gelek alavên teqemeniyê hebûn û şaneyê bi van teqemeniyan gelek cih û sazî kiribûn hedefa êrîşên xwe.

Herweha vê şaneya DAIŞê gelek jinên ku ji ber êrîşên Tirkiyê ji kampan reviyabûn jî girtibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin