Stenbol | Mesa parlamentarên HDPê hat astengkirin

Stenbol | Mesa parlamentarên HDPê hat astengkirin

PeyamaKurd - Meşa parlamentarên HDPê ya Taksîmê ku îro 11ê Sibatê dixwestin li ser kolana Îstiklalê bimeşînin û piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya Leyla Guven ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Parlamentarên HDPê piştî nehiştina polîsan û dorpêçana wan, li cihê xwe dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu doh li ser meşa parlamentarên HDPê gotibû, “Yê ku we bide meşandin ne mêr e” û gef li wan xwaribû.

Hevserokê HDPê Sezai Temellî jî li ser gotinên Soylu dabû xuyakirin, “Soylu li dijî hiqûq û darazê şer daye destpêkirin.”

Polîsan li cihê çalakiyê ji parlamentarên HDPê re got ku ji 18ê Tebaxa 2018an ve li Taksîmê çalakî hatine qedexekirin û ji ber wê jî ew li gorî yaseyan tevdigerin û nikarin destûra meşê bidin wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin