PeyamaKurd- Îsraîlê bi rêya bejê û bi rêya hewayî êrîşî bajarê Filistînê Xazzê kir. Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafir û tankên Îsraîlê 8 hedef îmha kirine.
Di derbarê bûyerê de Wezareta Tendurustiyê ya Xazzê jî daxuyaniyek da û got ku di êrîşên bombebaranê de 3 kes hatin kuştin. Di çalakiyên li ser sînor yên li dijî Îsraîlê de jî kesek bi sîlehan hate kuştin.
Kordînatorê Taybet yê Pêvajoya Aşîtiya Rojhilata Navîn yê Netewên Yekbûyî Nickolay Nladenov jî li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek kir û wiha got: “Li Xazzê, divê her kes gavekê, xwe bi paş de bidê. Lewra hindik maye şer derkeve. Ne siba, an jî hefteya bê; divê anha bi paş de gavê bavêjin. Hinek dixwazin ku Filistîn û Îsraîlê têxin nava şerekî. Divê ev kes bi ser nekevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin