Amerîka: Em pistgiriyeke tam didin mafê xweparastina Îsraîlê

Amerîka: Em pistgiriyeke tam didin mafê xweparastina Îsraîlê

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Morgan Ortagus, derabarê êrîşa esmanî ya Îsraîlê ku şeva borî bi ser armancên Xezeyê de pêk anîbû daxuyanî dan.

Ortagus bêyî behsa lêdana avahiya Ajansa Anadol a Tirkiyê bike bertek nîşanî êrîşên roketan ên milîtanan bi ser Îsralî de nîşan da.

Ortagus diyar kir, 'Em li kêleka Îsraîlê ne û li dijî êrîşan piştgiriyeke tam didin mafê xweparastina Îsraîlê.”

Berdevkê Wezareta Derve Ortagus herwiha êrîşên roketan ên rêxistinên Hemas û Îslama Cîhadî bi ser sivîlan de şermezar kir û banga bilez rawestandina êrîşan kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin