Şîrketa Jaguar Land Rover 4 hezar xebatkarên xwe ji ser derdixe

Şîrketa Jaguar Land Rover 4 hezar xebatkarên xwe ji ser derdixe

PeyamaKurd – Şîrketa hilberîna otomobîlên lux ya Îngîltere Jaguar Land Rover (JLR), di çarçoveya kêmkirina mesrefên xwe de, ji bo 2 salên pêşiya me, dê 4 hezar karkeran ji ser karên wan derxe.

Rêvebirê JLR ya ku di bin sîwana Tata Motorsê de dixebite, PB Balaji (CEO) ragihand ku ji bo karibin li gor şertên bazarê bimeşin û ji bo hêza şîrketê ya reqabeta di bazarê de xwurt bikin, dê bernama ‘derketina ji kar ya bi dilê xwe’ bidin destpêkirin.

Balaji, ragihand ku sektora otomotîvê, ji bo gerandin, reqabeta zêde û nezelaliya sedemên jeopolitik bi zahmetiyan re rû bi rû maye. Balaji got ku wê avahiya rêxistina şîrketê sade bikin, bereketa wê zêde bikin û ji bo van bernaman jî, wê di 2 salên pêşiya me de karibin 1,7 milyar sterlin di destê xwe de bihêlin.

Li Brîtanyayê 34 hezar xebatkarên JLRê hene. Piraniya derxistina karkeran ji ser kar, dê li Îngîltere û ji beşên di derveyê hilberînê de bin.