PeyamaKurd – Wezîrê Enerjiyê û çavkaniyên xwezayê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku di navbera şîrketa petrolê ya Tirkiyê TPAO û TotalEnergies de ji bo lêgerîna hîdrokarbonê zebtekî stratejik îmza kirine. Dê ev zebta han hedefên serxwebûna enerjiyê ya Tirkiyê xwurt bike. Bayraktar got:
“Em ê bi vê peymanê di Tirkiyê û seha navdewletî de derfetên lêgerîna hidrokarbonê bi berfirehî rave bikin.”
Bayraktar di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Ber bi hedefa me ya navendbûna enerjiyê de, li Îstenbolê di navbera şîrketa me ya netewî TPAO û TotalEnergies de peyamana li hevkirina stratejîk hat îmzakirin. Em ê lêgerîna hîdrokarbonê bikin. Şiyanên me yên teknîkî hene û dema bi tecrubên navdewletî re bibin yek, em ê hêzê bidin serxwebûna xwe ya di seha enerjiyê de.”