PeyamaKurd - Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di dema berçavkirina hingivînî de li Karforê, di kongireyeke rojnamevanî de ragehand, “Em îro qonaxeke din a berbazarkirina berhemên cotyaran radigehînin.”.
Bêgerd Talebanî da zanîn ku îro qonaxa duyemîn a hinardekirin û şandina hingivînê Herêma Kurdistanê ji bo sûkên derve û navxwe bi awayekî pêşkeftî û xweşik ragihandinê ye û hêvî kir ku ev hewldan rê li ber berhemên navxweyî xweş bike ku hem ji aliyê kalitiyê ve û hem jî ji aliyê pêketkirinê ve hevrikiya berhemên cîhanê bikin.
Wezîra Çandinê di berdewamiya axaftina xwe de, anî ziman ku “Ev pêngav ji bo Herêma Kurdistanê û kabîneya nehê û Wezareta Çandinê gelek mezin û sitratejîk e, ku ev destpêkek e ji bo ku em bikarin li paşerojê deriyên sûkên cîhanê li dû wan astên ku xwestek li ser heye ji bo berhemên cotyarên xwe vebikin.
Ev jî piştevaniyeke mezin e ji bo cotyarên me, ji bo ku bikarin li paşerojê rêjeya berhemanînê zêde bikin, herwesa kalitiya berhemên xwe bilind bikin, ji bo ku em jî bikarin bazarî jê re peyda bikin”.
Bêgerd Talebanî balê kişand ku di serdema hikûmeta wan de, weka hingivîn û hinaran gelek berhemên Herema Kurdistanê ji bo bazaran hatine firotin û destxweşî li wan kesan kir ku piştgirî û beşdarî di wan hingavtinan de kirine û got:
“Wezareta Çandinê bi hevahengiya Nivîsîngeha Serokwezîrî dê li paşerojeke nêzîk mîkanîzmeke guncayî ji bo hinardekirina berheman dabine, ji bo ku em bikarin awayê hinardekirinê kontrol bikin, bi rengekî ku gava ew berhem diçin derve çi gil û gazin li çi sûkên derve li ser wan nebin û em navnîşanê branda Kurdî li sûkan biparêzin.
Rast e ku me ji welatên kendavî dest pê kiriye, ji welatên Îmarat û Qeterê, niha jî em mijûlî îmzakirina hevfehimandinê ne bi welatê Urdinê re û paşî bi welatên din re jî berdewam dibe, xwesteka sûkan li ser berhemên me heye”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin