PeyamaKurd - Iraq û Tirkiyeyê bi armanca berdewamiya hinardekirina petrolê bi rêya boriya ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve, peymaneke nû ya salekê îmze kirin.
Li gorî peymanê şiyana şandina petrolê dê herî zêde rojane bigihîje 750 hezar bermîlan.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rûkabî eşkere kir ku ev peyman ne wekî alternatîfa Tengava Hurmizê hatiye sêwirandin, lê belê armanc ew e ku bibe xeteke yedek daku herikîna petrolê bê navber bidome.
Rûkabî destnîşan kir ku peyman demkî ye û di vê demê de her du alî dê li ser bingeha peymana 1973an bixebitin da ku di pêşerojê de peymaneke demdirêj çêbikin û hinardekirina rojane bigihînin 1 milyon û 500 hezar bermîlan.