PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Ankara li Beştepe pêşwaziya serokwezîrê Iraqê Ali ez-Zeydi kir û di civîna çapemeniyê de agahiyan da.
Erdoğan got bi taybetî di seha enerjiyê de û seha yên din de peymanan îmza kirine û wê Iraq rojane 1 milyon varêl petrolê bide Tirkiyê.
Di wexta ragihandinê de, Erdoğan ji wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Alpaslan Bayraktar re got; ‘Rêzdar serokwezîr dibêje ku dikarin rojane 1 milyon varêl petrolê bidin Tirkiyê.’ Dibêje ‘bila muhtacê dereka dinê nebin’. Erdoğan got:
“Me li ser Îranê, Sûriye û Fîlîstînê û hem li ser pêşdeçûnên li herêmê dan û sitendinên ramanî kir. Ji bo pêvajoya Tirkiya bê teror, em bi birayên Iraqî re di nav têkiliyan de ne. Înşallah em ê meselê bi awayekî mayînde ji rojeva xwe derxin. Em amade ne di sanayiya bergiriyê de, pêdiviya Iraqê bi çi berheman hebe, destekê bidin Iraqê û ji wan re berheman amade bikin.”
Erdoğan got ku peymana xeta petrola xam ya Iraq-Tirkiyê do qediya. Niha hedefa me ew e ku di wextekî nêz de û di berjewendiya her dû welatan de em peymana hevkariya enerjiyê îmza bikin.