Iraq dê rojane 750 varêl petrolê bide Tirkiyê

Iraq dê rojane 750 varêl petrolê bide Tirkiyê

PeyamaKurd – Tirkiye û Iraq ji bo salekî di navbera xwe de peymana petrolê îmza kirin. Li gor peymanê; rojane petrola ku didan Tirkiyê, niha ji 180 varêlî derxistin 750 varêlî.

Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ji bo salekî peymanê îmza kirine. Îmza li wezareta enerjiya Tirkiyê, bi amadebûna wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Alpaslan Bayraktar û wezîrê petrolê yê Iraqê Basim Muhammed Hüdeyir û heyetên bi wan re hat îmzakirin.

Ji bo peymanekî wextê wê dirêj, xebatên teknîkî û îdarî di navbera her dû welatan de dimeşin.