Iraq: “Me keşfa bi miqdarê 8,8 milyar varêl petrolê kir”

Iraq: “Me keşfa bi miqdarê 8,8 milyar varêl petrolê kir”

PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê ragihand ku nêzî sînorê Erebistana Sa’ûdiyê seha petrolê dîtine ku miqdarê petrolê temînî 8,8 milyar varêl e.

Li gor ragihandina wezareta petrolê ya Iraqê; detayên keşfa petrolê îro di navbera wezîrê petrolê Hayyan Abdulgani û şîrketa Çînê ZhenHua de, di civînê de li serê hatiye axaftin.

Di civîna wezarfetê û şîrketa Çînê de, ji bo firehkirina seha petrolê ya di nav sînorê bajarê Necefê ku dikeve ser sînorê Erebistanê ya bi navê seha “Qarnain”, ya li ser xebatên tên kirin, raveyan kirine.

Seha navborî di cara 5em ya dora îhalê de; dabûn şîrketa petrolê ya Çînê ya bi navê ZhenHua. Wezareta petrolê ragihand ku şîrket di sehayê de lêgerînan û raveyan kiriye û gihaye wê encamê ku di sehayê de bi miqdarê 8,8 milyar varêlî petrol heye.

Niha di sehayê de rojane 3 hezar û 248 varêl petrolê derdixin, petrola derdixin jî dikeve sinifa “Petrola Sivik”.

Mezinahiya seha petrolê ya Qarnainê 8 hezar û 773 km2 ye, peymana pêşdebirina sehayê di 17ê Cotmeha 2024an de hatiye îmzakirin û xebata sehayê şîrketa Çînê ya bi navê ZhenHua, baskê wê yê bi navê North Petroleum International dimeşîne.

Xebata sondaja di sehayê de, di 10.01.2026an de destpêkiribû û texmîna miqdarê hebûna petrolê di 24 Sibat 2026an de hatiye kirin.