PeyamaKurd – Piştî şerê di navbera DYA û Îranê de mesela Tengava Hurmizê kir ku nema welatên Kendavê yên petrolê hildiberînin karin petrola xwe bifroşin bazara dinyayê. Yek ji wan welatan jî Iraq e.
Serokwezîrê Iraqê Ali Falih Zeydi li ser çareserkirina meselê çû Şamê û bi serokkomarê Sûriyê Ahmed Şara re civiya. Di hevdîtinê de, li ser pêşdebirina têkiliyan û petrola Iraqê ku di ser Sûriyê de, di Xeta limana Banyasê de here bazara dinyayê li hev kirin.
Li ser mijarê el-Zeydî balê kişand ser pêwendiyên navbera Iraqê û Şamê û weha got:
“Xelkê Iraqê û Sûriyê li du welatan dijîn û yek xelk e. Hevkariya asta aboriyê, civakî û ewlehiyê divê derê asta herî bilind.”
Di civîna heyetên her dû welatan de mijara herî girîng ya îxracata petrolê di ser Xeta limana Banyasê de bû. Rojane dikarin 2 milyon varêl di ser xetê de bişînin bazara dinyayê.
Serokê Sûriyê Ahmed Şara ragihand ku ew amade ye di her sehayê de bi Iraqê re têkiliyan xwurt bike. Xeta navbera Kerkûk-Banyas a Sûriyê bi deh salaye bi sedema şer nayê bikaranîn û bûn hemfikir ku xetê car din bikarbînin.