Parlamentoya Iraqê: Rojane 8,5 milyon metrekup ava pîs tevlî çemên Dicle û Firatê dibe

Parlamentoya Iraqê: Rojane 8,5 milyon metrekup ava pîs tevlî çemên Dicle û Firatê dibe

PeyamaKurd -  

Parlamentoya Iraqê ji bo qirêjiya çemên Dicle û Firatê komîsyon ava kir

Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina pirsgirêka gemariya avê di çemên Dîcle û Firatê de komîsyoneke taybet ava kir.

Endamê vê komîsyonê Geys Raad di rûniştina 23yê Nîsanê de bîlançoyeke giran eşkere kir û diyar kir ku rojane 8,5 milyon metrekup ava kanalîzasyonê rasterast tevlî her du çeman dibe.

Raad hişyarî da ku ev reqem tenê ava kanalîzasyonê ye û bermahiyên herêmên pîşesazî, kargehên neftê û santralên elektrîkê jî ne di nav de ne.

Ev karesata jîngehî ku jiyana mîlyonan mirovî dixe bin xeterê wekî mijareke herî lezgîn a ewlehiya neteweyî hate rojevê.

Karesata li ser masiyan û xetereya li Başûr

Endamê Çavdêriya Iraqê ya Kesk, Omer Ebdulletîf ragihand ku asta gemariyê li her du çeman gelekî bilind bûye û ev rewş bi kêmbûna asta avê re xirabtir bûye.

Li gorî zanyariyan, her ku çem ber bi başûr ve diçin ku rêjeya qirêjiyê zêdetir dibe û li parêzgeha Besrayê jî ev gemarî digihîje lûtkeyê. Hat diyarkirin ku ji ber vê qirêjiyê, li parêzgeha Wasitê zêdetirî du ton masî mirine û ziyaneke mezin gihîştiye ekosîstema herêmê. Pispor dibêjin, eger rê li ber rijandina avên qirêj neyê girtin, dê Iraq rûbirûyê karesateke jîngehî ya bêveger bibe.