PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku li seranserê dinyayê 170 milyon zarok yên temênên wan di navbera 5-19 salan de ne, bi obozîteyê re dijîn. Nisbeta obozîteyê di navbera van salan de, ji sala 1990an û vir de 4 qat zêde bûye û gihaye asta %8 an.
WHO rêbera xwe ya ku behsa obezîteyê dike, ji bo sîstemên tenduristiyê û xebatkarên tenduristiyê karibin di wextê de û li ser delîlan bixebitin, wê rêbera xwe belav kir. Agahiyên li jorê jî di heman rêbera xwe de belav kir.
Di rêberê de hat gotin ku obezîte dikare talûka diyabetê an ku şekir û nexweşînên damaran zêdetir bike. WHO her weha destnîşan dike ku heman zarok û mirovên balix di nav civakê de bên cudakirin û ev cudakarî li ser derûniya wan, li ser mezinbûna wan ya bi tenduristî, li ser perwerde, li ser refaha wan ya civakî û kalîta jiyana wan bandorê bike.
WHO pêşniyar dike ku obezîteyan û balixên ciwan li xwarina xwe miqatebin, bedena xwe bixebitînin û bikin ku tevgerên xwe biguhêrin. Van bikaranînan weka bernameyekî bicîh bînin. Mudaxleyên tenduristî yên dîjîtal jî dikarin dê û bav an kesên ku wan xwedî dikin, di binê hinek şertan de bên bicîhanîn.
Ji bo dermankirina obozîteyên di bin 10 salan de WHO pêşniyariya emeliyatan û xwarina dermanan nake. Obezîteyên ku temenê wan di navbera 10-19 salan de ye, di bin kontrolê de dikarin ji wan re derman deynin lê divê bi terzekî jiyana nû bigihên encamekî. Yên obezîta wan zêdeye, dikarin bi cerrahiyê mudaxeleyê wan bikin lê din şertên gelek giran de.
Di raporê de tê gotin ku kesên obezîtene, nexweşîna wan û derûniya wan bi hevre bên kirin. Divê wan bixin nav çalakiyan û wan çalak bikin.
Rêvebirê beşa xwedîkirinê û ewlehiya xidayan Dr. Luz Maria De Regil dibêje:
“Zarok û yên balix ji bo obezîta wan, tedawiya esas derman û cerrahî nînin. Divê bi tenduristî xwe xwedî bikin, tevgerên bedenî bikin û divê karibin xwe bigihînin guherînên herî berfireh.”