PeyamaKurd – Li eyaleta Borno ya Nîjeryayê, rêxistina Boko Haramê, bi sedema tevgerên şiddetê dike û êrîşan dike, 2,2 milyon zarokên eyaletê nikarin herin dibistanan û ji xwendinê bê par mane.
Parêzgerê eyaleta Bornoyê Babagana Zulum, di bernameyekî de ragihand ku bi sedema êrîşên terorî yên li eyaletê xesarên mezin li eyaletê bûne.
Zulum, got ku bi sedema êrîşên Boko Haramê, avahiyên perwerdê zerara mezin dîne, di wexta krîzê de ji 5 hezarî zêdetir dibistan xerab bûne û 2,2 milyon zarok ji xwendinê mehrûm man e.
Ji ber êrîşên Boko Haramê; ne tenê di avahiyên perwerdê de lê di xebatkarên perwerdê de jî zerarên mezin bûne, gelek rêvebir û mamoste di wexta karên xwe dikirin de jiyana xwe ji dest dane.
Zulum, ragihand ku xebatên wan ne tenê avakirina dibistanaye û dewam kir:
“Avakirina dibistanan tenê nayê vateya avahiya xaniyan. Ji bo zarok xwe bigihînin perwerdê, divê baweriya di nava civakê de ji nûh de ava bikin û derfeta avakirina dahatûyekî nûh divê em pêşkêşî civakê bikin.”
Li Nîjeryayê di salên 2000an de Boko Haram hebûna xwe nîşan da û ji sala 2009an heya niha êrîşên xwe dide dewamkirin û heya niha bi deh hezarî mirov hatine kuştin.
Êrîşên Boko Haramê bi taybetî li hewza Nahêlê li Kamerûn, Çad, Nîjerya û Nîjerê dewam dikin.