PeyamaKurd - Li bajarên Qamişlo û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê bi sedan kesan êrîşên bi dron û moşekan ên li ser Herêma Kurdistanê protesto kirin.
Xwepêşanderan bi hildana ala Kurdistanê û qêrîna dirûşman, piştgiriya xwe ji bo Hêzên Pêşmerge û aramiya Başûrê Kurdistanê nîşan dan.
Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku ewlehiya Hewlêrê û herêmê perçeyek ji ewlehiya Rojava û hemû Kurdistanê ye û divê ev destdirêjî demildest bên rawestandin.
Doh jî li bajarên Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê xwepêşandanên protestokirina êrîşan û piştgiriya Herêma Kurdistanê hatibûn lidarxistin.