Li Rojavayê Kurdistanê motosiklet hatin qedexekirin

Li Rojavayê Kurdistanê motosiklet hatin qedexekirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê ya parêzgeha Hesekê ragihand ku îro 1ê Tîrmehê dewriyeyên çûnûhatinê li bajarên Dêrik û Girkê Legê belev bûne û gerên xwe berfireh kirine, ji bo bicihkirina biryara qedexekirina motoran.


Beriya niha, biryara qedexkirina ajotina motoran li bajarên Rojavayê Kurdistanê derketibû û molet bi ajokaran hatibû dayîn.


Hate diyarkirin ku moleta bo motoran îro bidawî bûye û biryar ketiye pratîkê.
Hêjayî gotinê ye, bi hezaran xelkê kêmdahat û hejar ji neçarî çûnûhatina xwe bi motoran dikin ku ji vê biryarê re nerazîbûna xwe nîşan didin.