Ji ber êrîşên li Nîjeryayê 1000 kes malên xwe terk kirin

Ji ber êrîşên li Nîjeryayê 1000 kes malên xwe terk kirin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eylateta Benue, ji ber êrîşên çekdarî 1000 kes ji ser warên xwe koçkirin û çûn herêmên cîran.

Piraniya êrîşan ji ber li ser araziyan li hev nakin û ji ber grûbên çekdar êrîşan dibin ser gundan.

Serokê rêvebiriya cîh yê Ohiminiyê Gabriel Adole, ji bo rojnamevanan ragihandiye ku di wexta sibê de, girêdayê Ohiminiyê li herêma Oglewuyê li gundê Ankpeçi kesên çekdar êrîş birine ser gund.

Adole, ragihandiye ku ji ber êrîşan ji hezarî zêdetir kes ji ser axa xwe rabûne û koçî deverên cîran kirine.

Herî dawiyê, di 14ê Temmûzê de, li heman eyaletê, li herêma Otukpoyê, êrîş biribûn ser gundê Nobi û di êrîşê de 16 kesan kuştibûn.