PeyamaKurd - Sekreterê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku îro li Enqereyê, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Tirkiyeyê li ser protokoleke demkî li hev kiriye û peyman îmze kiriye.
Hate diyarkirin ku armanca serekî ya vê rêkeftinê ew e ku hinartina petrola xam a Iraqê û qadên Herêma Kurdistanê bi rêya xeta boriya petrolê ya ber bi Bendera Ceyhanê ve bêyî sekinandin berdewam bike.
Rehîm eşkere kir ku ev protokol xwedî taybetmendiyeke demkî ye daku di nav salekê de bingeheke qanûnî û teknîkî amade bibe û rê ji bo îmzekirina rêkeftineke nû ya demdirêj a hinartina neftê bê vekirin.
Hêjayî gotinê ye, peymana navbera Tirkiye û Iraqê ya petrolê ku 27ê Tebaxa 1973yan hatibû îmzekirin dema wê bidawî dibe û ev demeke li ser dixebitin ku peymanê nû bikin.