PeyamaKurd - Bankaya veberhênanê ya Amerîkî Morgan Stanley ragihand ku bihayê onsa zêr ji bendewariyên wan zûtir gihîştiye asta 4.450 dolarî ku ji bo çaryeka 4an a îsal hatibû diyarkirin.
Di rapora bankayê de hate destnîşankirin ku rêya zêr vekiriye ku di sala 2027an de ji bo her onsekê derkeve ser 5 hezar dolarî, lê hişyarî hat dayîn ku ev pêşketin dibe ku bi meylên nepêşbînîkirî bi rêve biçe.
Analîst rewşa heyî bi biryardariya Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) ya li ser hiştina rêjeya faîzê û zêdebûna daxwaza fondên veberhênanê ve girêdidin.
Wekî din, kirîna zêr ji aliyê bankayên navendî yên welatên wekî Çîn û Polonyayê ve û fikarên darayî yên li ser berhemdariya demdirêj daxwaza li ser vî metalê hêja zêdetir kirine.