PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê îro 20ê Gulanê fermana destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya Herêma Kurdistanê da ku ev wek pêngaveke stratejîk tê dîtin ji bo dabînkirina dahatê û dîtina rêyên alternatîf ji bo hinardekirina petrola Iraqê.
Elî Zeydî di civîna ligel kadroyên Wezareta Petrolê de, tekezî li ser pêwîstiya lezkirina hinardekirina petrolê bi rêya Herêma Kurdistanê kir.
Rêkeftina Hewlêr-Bexdayê destkefteke mezin e
Herwiha Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyr, rêkeftina dawî ya navbera Bexda û Herêma Kurdistanê ya derbarê dosyeya petrolê de wek "destkefteke mezin" bi nav kir, ku dê bibe sedema parastin û geşepêdana samanên niştimanî.
Biryara serokwezîr a ji bo çalakkirina hinardekirina petrolê bi rêya Herêma Kurdistanê û boriyên alternatîf, wek planeke awarte ye ji bo rûbirûbûna egerên girtina Tengava Hurmizê û rawestîna hinardekirina petroê li başûrê Iraqê.
Hikûmeta Iraqê dixwaze bi rêya zêdekirina dergehan û hinardekirina bejayî ya bi rêya welatên cîran, rê li ber her qeyraneke darayî bigire.