Aborî
Quiz Clothing her 20 maxazayên xwe yên mane jî digre
PeyamaKurd – Marka bi nav û deng ya Îngîltere ya cil û bergan Quiz Clothing, di meha Sibatê de rewşa wê ya darayî xerab bû û li ber îflasê bû.
Paşî qeyyûm danîbûn ser şîrketê û şîrketekî şêwirmendiyê rêvebirinê dabû ser milên xwe. Şîrketa qeyyûm ya bi navê Interpathê ragihand ku niha Quiz Clothing li ser seranserê Îngîltere xwediyê 20 maxazaye û piştî 20ê Hezîranê dê her 20 mexazeyan bigre.
Bi sedema girtina mexazeyan, li her maxazayekî bihayê cilan %70-80ê daxistine.