TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Helbestên Sêrko Bêkes bi zimanê Fînlandî tên çapkirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2019 23:58

PeyamaKurd - Nivîsakar û wergêrê Kurd Soran Zekî ku demeke dirêj e li Fînlandê dijî, dîwaneke helbestên Şêrko Bêkes wergerand zimanê Fînlandî.

Soran Zekî ragihandiye ku li kitêbxaneya Owodî ya li Helsînkiyê 9ê mehê pirtûka ‘Çirûska Ruh Nayê Destgirkirin’ a Şêrko Bêkes bi amadebûna Helo Şêrko Bêkes û çend nivîskarên din ên Kurd û Fînlandî hatiye belavkirin ku du helbestên Helo Şêrko Bêkes jî tê de hebûn.

Li gorî nûçeya Rûdawê Soran Zekî niha bi wergerandina hinek helbestên Helo Şêrko Bêkes bo zimanê Fînlandî mijul e û hewil dide destpêka sala bê belav bike.

Soran Zekî beşek ji çîrokên folklorî yên Kurdî wergerandine zimanê Fînlandî û bi niyaz e destpêka sala 2020an, beşeke rêze pirtûkan çap bike.

Ew dibêje, “Jibilî van du pirtûkên min ên din jî ji bo çapê amade ne, ‘Kurdî Fêr Dibim’ û ‘Kurdî Dixwînim’ û ev pirtûk bo wan kesên ku dixwazin Kurdiya Soranî fêr bibin e.”

Soran Zekî ji Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê ye û ji sala 1993an ve li Fînlandê dijî û sala 1996an dest bi xwendina wergêrê kiriye ku sala 1998an jî li Zanîngeha Tamperê yekem bawernameya wergêrê (Kurdî-Fînlandî) wergirtiye.

Wî sê sal piştî wê jî duyem bawernameya wergêrê (Farisî-Fînlandî) li heman zanîngehê wergirtiye.

Soran Zekî mastera xwe li ser Ziman û Wêjeya Fînlandî kiriye û yekem pirtûka xwe ya bi navê, ‘Rêzimana Fînlandî Bi Kurdî’ sala 2007an belav kiriye.

Parve bike: