TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Zêdetirî 300 hunermendên defê li Sine ya paytexta defê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2022 22:55

PeyamaKurd – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 10emîn Mihrîcana Defê ku 4 rojan dewam dike, birêve diçe.

Di mihrîcanê de, ligel hunermendên defê yên rojhilat û başûrê Kurdsitanê ji Îran û Afganistanê zêdetirî 300 hunermendên defê beşdarî dikin.

Festîvala Defê bi sernavê ‘Dengê Rehmetê Def’ tê lidarxistin û hunermendên defê berhemên xwe bi dengê defê pêşanî guhdar û temaşevanan didin.

Bajarê Sine (Senendec) ê Rojhilatê Kurdistanê wekî paytexta Defê ya dinyayê tê naskirin û ji aliyê UNESCOyê ve bajarê Sine jî di nav “Bajarên Afirîner” de cî digire.

Parve bike: