3 welatan bi hev re îdiayên Rusyayê red kirin
PeyamaKurd- Rayedarên Fransa, Amerîka û Brîtanyayê, li ser îdiayên Rusyayê ku dê Ukrayna li ser axên xwe li dijî Rusan bombeya qirêj bi kar bîne, daxuyaniyeke hevpar da û bi rêya vê daxuyaniyê, îdiayên Rusyayê red kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê wezîrên karên derve yên hersê welatan ve bi hevparî hat dayîn de hat gotin ku Rusya ji bo hêrsê zêde bike, van hincetan derdixe pêş û ew ê jî van hincetan qebûl nekin.
Bi rêya daxuyaniyê, wezîran piştgiriya welatên xwe yên li ser yekparçeyiya axa Ukraynayê ragihandin û gotin ku
“Wezîrên berevaniyê yên welatên me, roja 22ê Cotmehê yek bi yek ligel Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu re axaftinên telefonê kirin. Welatên me, îdiyayên Rusyayê yên ku dê Ukrayna li ser axên xwe li dijî wan bombeya qirêj bi kar bîne, red kirin.
Cîhan jî dê li hember van îdiayên ku bi hinceta zêdekirina hêrsê tên kirin, her cure bertekê nîşan bide. Em, hincetên Rusyayê yên ku hêrsê zêde dikin, red dikin.”
Her wiha hat diyarkirin ku wezîrên ku ligel Şoygu axivîne, piştgiriya xwe ya mirovî, aborî û ewlehiyê ya ji bi bo Ukraynayê ragihandine ku ew ê bi vî awayî jî berdewam bikin.