Cîhan
56 hezar û 800 koçber wenda bûn an mirin
PeyamaKurd- Associated Press lêlonîka baş di derbarê koçberan de kir û di encama lêkolînê de derket ortê ku di nav 4 salan de an ku ji 2014an heya niha 56 hezar û 800 koçber mirin an jî wenda bûn. Ev jimare ji texmîna yên dinyayê gelek zêdetire.
Rêxistinên AP yên dinyayê, qeydiyên tiba edlî, îlanên wendabûnê, nûçeyên miriyan û rêjeyên weka wan li hev civand û gihîşt encama li jorê. Rêjeyên Neteweyên Hevgirtî di vê mijarê de 28 hezar û 500 kes nîşan didin ku ev jî dike nîvê jimara AP ê.
AP radigihîne ku hukumetên hinek welatan ji bo dahatûya qezayên koçberan têra wan pere venaqetîne û hinek hukumet hene bi temamî vê di budçeya xwe de ji holê rakirine. Di nava hukumetan de yên Awrûpa, Amerîka, Asya û Afrîka hene.