TR KU SO
FB X
Cîhan

8 xwendevanên keçik ji destê çeteyên Nîjerî reviyan

Admin M
Nivîskar
📅 19 nîsan 2023 01:17

PeyamaKurd – Di 3 yê nîsanê de, çeteyên çekdar yên Nîjeryayê li eyaleta Kadûnayê, 10 keçikên xwendevan rehîn girtibûn û paşî wan revandibûn. Niha ji wan 10 keçikan 8 heb keçik reviyan û ji destê çeteyan rizgar bûn.

Komserê karên hundir û yê ewlehiya hundir yê eyaleta Kadûnayê Samuel Aruwan, mijara rizgarbûna her 8 keçikan ragihand. Aruwan got ku keçikan birine tesîsekî leşkerî û di tesîsê de desteka tenduristiyê dane wan.

Parve bike: