Cîhan
Ajansa Rûsî: Sûngirê Bexdadî ne li Iraqê ye…
PeyamaKurd – Ajansa Rûsî RTyê bi zarê çavkaniyeke ewlehiya Iraqê ragihand ku xelîfeyê DAIŞê yê ketiye şûna Ebubekir Bexdadî, Ebu Îbrahîm El Qureyşî ne li Iraqê ye û di vê heyamê ne nehatiye nav erda Iraqê.
Beriya niha nûçeyên ku El Qureyşî ji Dîlok a Tirkiyê derbasî Iraqê bûye hatibûn belavkirin.
Malpera RT ya Rûsî bi zimanê çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ragihand, Ebu Îbrahîm El Qureyşî yê xelîfeyê nû yê DAIŞê ne li Iraqê ye û vê heyamê nehatiye Iraqê.
Heman çavkaniyê ragihandiye ku zanyariyên îstixbarata Iraqê diyar dikin ku Ebu Îbrahîm El Qureyşî niha ne di nav axa Iraqê de ye.