TR KU SO
FB X
Cîhan

Akın Gürlek: Demirtaş û Ahmet Özer ji qanûn fêde nabînin

Admin M
Nivîskar
📅 07 tebax 2026 17:24

PeyamaKurd – Rojnamevan Abdulkadir Selvi ragihand ku wezîrê dadê Akın Gürlek di civîna rêvebiriya merkezê ya AKPê de agahiyan daye endamên navendê yê biryar û rêvebiriya AKPê.

Li gor ragihandina Selvi; dê Selahahttin Demirtaş ji qanûna ku derê fêde nebîne û hinek şaredar dibe ku dagerin ser karên xwe lê wê Ahmet Özer di nav wan de nîn be.

Îmza ewilî ya yasaya çarçoveyê Devlet Bahçeli îmza kiribû û gotibû:

“Ji bo Öcalan mafê ûmudê, her dû Ahmed bila herin ser karên xwe û Demirtaş divê dagere mala xwe.”

Lê Selvi dibêje dosyayên ku hene yên her dû Ahmedan û Demirtaş nakeve nav dosyayên ku di yasaya çarçoveyê de hene. Her weha ji bo qeyyûman jî dibêje ku dê şaredarên berê yên bi sedema têkiliya wan bi terorê hene, dê danegerin ser karên xwe.

Abdulkadir Selvi rojnamevanekî ku herî nêzî serokkomar Recep Tayip Erdoğane û şêwirmendê wî ye.

Parve bike: