Cîhan
Amerîka: Em ê vê zivistanê Ewropayê di sermayê de nehêlin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, civîna NATO ya Brukselê ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di civîneke rojnamevanî de axivî.
Blinken di civîna hevbeş a ligel Stoltenberg de, ragihand ku wê piştevanî û alîkariya Amerîkayê bo Ukraynayê di şerê dijî Rûsyayê de berdewam bike û bibîr xist, wan heta niha alîkariya bi nirxê 2,2 milyar dolaran eşkere kiriye.
Blinken qutkirina gaza Rûsî ya bi ser welatên Ewropayê de bibîr xist û diyar kir ku ew dê wekî Amerîka di krîza enerjiyê de piştevaniya Ewropayê bikin.
Wezîrê Amerîkî herwiha got: “Wê li Ewropayê gelek kes di germkirina malên xwe de zehmetiyê bikişînin. Em ê dostên xwe yên ewropî zivistanê di sermayê de nehêlin.”