Amerîka: “Talîban tehdîd nîne”
PeyamaKurd- Li Amerîkayê di vîdeo konferansa ku ji aliyê Enstîtu ya Rojhilata Navîn de hatibû lidarxistin, fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth F. McKenzie, tevlî konferansê bû û got ku 19 sale bi Talîbanê re şer dikin û Talîban ti carê bo Amerîkayê nebûye tehdîd. General McKenzie di ragihandina xwe de weha got:
“Talîban bo Amerîkayê tehdîd nîne. Talîban ti carê ne tehdîd bû. Tehdîd ew bû ku Talîbanê îznê dida hêzên ku me tehdîd dikirin da li Afxanistanê bijîn. Em behsa İŞİD ê û El-Qaîdeyê dikin. Talîban ne dostê İŞİD ê ye lê dema têkiliyên xwe yên bi El-Qaîdeyê re şirove dike, zor digihê. Wê wext nîşan bide. Çi dibêjin girîng nîne lê wê çi bikin em ê li wê binêrin.”
Orgeneral Kenneth F. McKenzie behsa mayîna Amerîkayê ya li Sûriyê jî kir û got ku ew nizane wê heya kengê li Sûriyê bimînin lê biryar ya siyasiya ye. Kengê bêjin dê wê çaxê ji Sûriyê derên.