Cîhan
Artêşa DYAyê li tankêra Îranê xist
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) ragihand ku li Derya Ummanê li keştiyekî ku bi ala Îranê bû xistine û mudaxeleyê keştiyê kirine.
Di daxwuyaniya CENTCOMê de hat gotin ku keştî xwestiye îhlala ablûkayê (dorpêçê) bike, hişyariyê dane keştiyê lê keştî li wan guhdarî nekiriye û wê bê bandor kirine.
Piştî rûdanê, DYA ragihand ku biryardare ku ewlehiya xetên enerjiyê bike. Li aliyê dinê serokê DYAyê Donald Trump di daxwuyaniya xwe ya dawiyê de got ku divê Îran peymanê qebûl bike û îznê bide ku Tengava Hurmizê ji bo herkesî vekirî be.
Trump got; eger Îran qebûl neke, wê bombebaran destpêbike û ji asta berê bêhtir diwar be.