TR KU SO
FB X
Cîhan

Awn: “Piştî UNIFILê, em razîne ku leşkerên Fransa destekê bidin artêşa Lubnanê”

Admin M
Nivîskar
📅 05 gulan 2026 21:44

PeyamaKurd – Serokomarê Lubnanê Joseph Awn ragihand ku piştî hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî (UNIFIL) ji Lubnanê vekişe, ji bo Fransa û hinek welatên Ewrûpayê, daxwaza wan ya ku destekê bidin artêşa Lubnanê bi dilxweşî qebûl dike.

Awn, li Beyrûdê bi şêwirmendê leşkerî yê serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir û got di vê rewşa krîzê de desteka Fransayê bo Lubnanê ciyê serbilindiyê ye.

Piştî hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî UNIFIL ji Lubnanê vekişiya, li Lubnanê Fransa û hinek welatên Ewrûpayê bi taybetî li Başûrê Lubnanê xwestin destekê bidin artêşa Lubnanê.

Li gor ragihandina serokkomariya Lubnanê ya nivîskî; şêwirmendê leşkerî yê Macron Vincent Giraud bi serokê Lubnanê bi Awn re hevdîtin kir.

Awn got ku leşkerên Fransa û yên hinek welatên Ewrûpayê dema li Lubnanê wezîfedar bibin, dê çi bikin, dê bi ew welat û NY re şêwra xwe bikin û ciyê wan û wezîfa wan destnîşan bikin.

Parve bike: