TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafirên Amerîkayê li El Sebabê xistin!

Admin L
Nivîskar
📅 29 tebax 2023 12:35

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balefirên şer ên Amerîkayê li başûrê Somaliyê li dijî El Şebabê êrîşeke hewayî pêk anîn.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Amerîkayê ya Afrîkayê (AFRICOM) li ser daxwaza rêveberiya Mogadîşuyê di 26ê Tebaxê de hat lidarxistin.

AFRICOMê ragihand, 13 endamên Eş-Şebabê li nêzî gundê Seyera ku 45 kîlometre dikeve bakurê rojavayê bajarê Kismayo li başûrê welêt di encama êrîşeke hewayî de hatine kuştin.

Ev demek e li seranserê Somaliyê di navbera Heşda Şeibî û hêzên hikûmeta bi pêşengiya Amerîka de pevçûnên dijwar diqewimin.

Hate diyarkirin ku di çarçoveya operasyona hêzên rêveberiya Mogadîşû ya bi piştgiriya DYA’yê ya li dijî El Şebab a li eyaleta Galgududê de li gelek nuqteyan pevçûnên dijwar rû didin.

 
Parve bike: