TR KU SO
FB X
Cîhan

Berdevkê Hafter: “Drona Îtalyayê me xist”

Admin M
Nivîskar
📅 22 mijdar 2019 01:41

PeyamaKurd- Berdevkê hêzên bi ser general Hafter, Ahmed El Mîsmarî di derbarê xistina drona Îtalyayê de, bo televîzyonê ragihand ku wan drona Îtalyayê bi sedema ku ketiye seha wan ya leşkerî xistine. Hukumeta Lîbyayê ya ku rewa tê qebûlkirin, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku duhî dronekî ji aliyê hêzên General Hafter de, xwestiye ku li bajarê Trablûsê bixe lê nêzî bajarê Terhûnê hatiye xistin.

Balyozxaneya Îtalyayê ya Trablûsê di ser hesabê xwe yê medyayê de, ragihand ku di çarçoveya “Operasyona Deryayê ya bi Ewle” de balafireka wan ya bê mirov (drone) ku tîpa Predatore ketiye û di mijarê de lêkolîn dewam dike.

Parve bike: