Cîhan
Bi ereba xwe ket nav Mescîd-î Haram
PeyamaKurd – Li Erebistana Si’ûdiyê do kesekî bi ereba xwe ket nava Mescîd-î Haram. Berdevkê fermandariya Mekkeyê sultan El-Dossary ragihand ku ajotvanekî bi sedema leza zêde ereba wî ji kontrola wî derketiye û ji aliyê başûr de xwe li deriyê mescidê xistiye.
Dossary ragihand ku polis wî kesî xistiye binçav lê ew kes ji aliyê aqil de kêm e.