Bi hêceta “alîkariya PKKê” haziriya operasyonê!
PeyamaKurd – Rojnameya YeniŞafaka ku nêzî Hikûmeta Tirkiyê ye radighîne, ku bi hêceta alîkariya PKKê dikin dê operasyon li hember hin şirketên ji navçeyê çi li Bakurê Kurdistanê û çi li parêzgehê rojavayê Tirkiyê bin, bê kirin.
Rojnameya YeniŞafaka ku nêzî Hikûmeta Tirkiyê ye, bal dikşîne ser wê yekê ku beriya niha operasyon li dij Cerdevan û Muxtaran hatibû kirin. Niha jî wezareta karên navxweyî ya Tirkiyê ji istixbaratê der heqê şirketên alîkariya PKKê dikin de rapor xwestiyê û tê pêşbînîkirin ku di wextekî nêzîk de ji aliyê hêzên ewlehiyê dê operasyon li hember hin şirketên ji navçeyê çi li Bakurê Kurdistanê û çi li parêzgehê rojavayê Tirkiyê bin bê kirin.
Ev agahî wê yekê di bîr de tîne ku piştî operasyonên li dij sazî, cemaetên olî, rêxistinên sivîl û siyasî li Tirkiyê, vê carê hikûmetê berê xwe daye aboriya Kurdan.