TR KU SO
FB X
Cîhan

Bin Selman û Pezeskiyan bi telefonê axivîn

Admin L
Nivîskar
📅 11 mijdar 2024 15:14

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya televîzyona dewleta Îranê Pezeşkiyan û Welîehdê Erebistana Siûdî Bin Selman bi telefonê axivîn.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan di peywendiya telefonî ya bi Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re axivî û diyar kir ku ew li bendê ne ku ji Lûtkeya Hevbeş a awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî ku li Riyadê were lidarxistin, ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezze û Lubnanê, encamên berbiçav derkevin.

Pezeşkiyan diyar kir ku ji ber mijûlbûna xwe ew ê nikaribin beşdarî Lûtkeya Hevbeş a Awarte ya OIC û Komkara Ereban a ku sibe li Riyada paytexta Erebistana Siûdî bê lidarxistin bibin. Wî herwiha got: "Ti gumana min tune ku ev lûtke bi hewlên we wê encamên bibandor û berçav ji bo rawestandina şer li Xezze û Lubnanê ji ber cinayetên Rejîma Siyonîst derxe."

Welîehdê Erebistana Siûdî Bin Selman di axaftina xwe de diyar kir ku ew hêvî dikin ku têkiliyên her du welatan di her warî de bigihêje asta herî bilind.

Bin Selman got, “Pêwendiyên Îran û Erebistana Siûdî di qonaxeke dîrokî de ne. Ez hêvî dikim ku têkiliyên her du welatan di her warî de bigihêje asta herî bilind.”

 
Parve bike: