TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanyayê seroktiya wî nas kir...

Admin S
Nivîskar
📅 04 sibat 2019 17:26

PeyamaKurd - Qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanyayê seroktiya Venezuelayê ya serokê opozîsyonê Juan Guaido nas kir.

Ji aliyê Brîtanyayê ve hat ragihandin ku heta hilbijartinên bi ewle werin kirin, welatê wan seroktiya Guiado wekî serokê Venezuelayê nas dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Guaido 23yê Çileyê seroktiya xwe ya demkî bo Venezuelayê ragihandibû û di serî de Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li dijî hikûmeta Nicolas Maduro piştgiriya xwe ji bo wî ragihandibûn.

YEyê ji Maduro daxwaz kiribû demûdest hilbijartinê li dar bixin û hemû hesabên Venezuelayê yên li welatên Ewropî cemindandibû.

Parve bike: