TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Mi êrîşî 140 armancên Îranê kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2026 08:36

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji baregeha xwe ya li Florîdayê ragihand ku artêşa Amerîkayê, piştî êrîşa Supaya Pasdaran a Îranê ya li ser keştiya konteyneran a bi navê M/V GFS Galaxy ku bi ala Qibrisê ji Tengava Hurmizê derbas dibû, pêla sêyem a êrîşên vê hefteyê yên li dijî Îranê daye destpêkirin. CENTOMê ragihand ku 140 deverên Îranê di êrîşan de hatine armanc kirin.

CENTCOMê diyar kir, di encama êrîşa Îranê de karmendekî sivîl ê keştiyê winda bûye û keştî ji ber şewat û ziyana mezin a li beşa motorê êdî nikare rêwîtiya xwe berdewam bike.

CENTCOMê da zanîn ku piştî tometbariyên berê, fersendeke din hatibû dayîn ku Tehran pabendbûna xwe ya ji bo protokola lihevkirinê nîşan bide, lê dewleta Îranê careke din di vê mijarê de bi ser neket û ev operasyonên nû bi ferman û rênîşandana rasterast a Serokê Amerîkayê hatin pêkanîn daku şiyana êrîşkariyê ya Îranê ya li ser keştiyên bazirganiyê lawaz bibe.

Li aliyê din medyaya fermî ya Îranê ragihand ku li gelek deverên stratejîk ên li ser sînorê Tengava Hurmizê, Kendava Besrayê û Deryaya Omanê dengê teqînên pir bihêz hatine bihîstin. Li gorî zanyariyên ewil, herêmên wekî Bûşehr, Asalûye û Çebehar ku navendên girîng ên enerjiyê rastî bombaranê hatine.

Parve bike: