TR KU SO
FB X
Cîhan

CIAyê, daxwaza sîxuriyê li Rusan kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 19 gulan 2023 16:29

PeyamaKurd- Di pêvajoya ku şerê Rusya û Ukrayna berdewam dike de CIAyê, bi weşandina vîdyoyên bi rûsî li ser hesabê YouTube û Telegramê bang kir ku Rusî sîxuriyê li Rusan bikin.

Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA), bang li leşker, efserên îstixbaratê û kesên ku di derbarê rêvebirî û aboriya Rusyayê ya li Rusyayê de xwedî agahî ne kir ku bi vê ajansê re têkiliyê deynin û di kampanyaya ku li ser medyaya civakî dabûn destpêkirin de sîxuruyê bikin.

Di peyamên ku li ser 2 qenalên medyaya civakî hatin weşandin de nerazîbûna gelê Rusyayê ya li hember Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin hat nîşandan.

Di vîdyoya ku li ser YouTube hat weşandin de nûnerên Rus biryarên dijwar didin ku bi dizî bi CIAyê re bi rêya Tora nenas têkiliyê deynin.

Parve bike: