TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha Îspanya dev ji biryara îadeya Puigdemont berda

Admin M
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2018 23:00

PeyamaKurd- Dadgeha Bilind ya Îspanyayê di derbarê serokê Katalanya Carles Puigdemont û 6 hevalên wî de bo Almanya wan îade bike, Îspanyayê biryar dabû û niha dev ji biryara xwe berda.

Birayara dadgehê piştî biryara dadgeha eyaleta Schleswig-Holsteinê ya Almanya hat dayîn. Di biryara dadgeha Almanya de hebû ku bi tenê bi sûcê “bikaranîna bê ûsûl ya çavkaniyên giştî” bê îadekirin lê Îspanya ku bi tohmeta “serhildana li dijî dewletê” bên îadekirin, biryarê dabû.

Sûcê “serhildana li dijî dewletê” di qanûnên Almanya de tine ye û nikare bi vî sûcî serokê Katalanyayê ji Almanya bixwaze lewra Îspanya biryara xwe bi paşde vekişand.

Parve bike: