Cîhan
Di heza erdê de 51 kes mirin
PeyamaKurd- Li welatê Afrîkayê li Afrîka Başûr bi sedema barîna barana zêde lehî rabû û hem hez li erdê ket. Di encamê de 51 kes jiyana xwe ji dest dan. Li eyaleta Afrîka Başûr lehiya ku ji ber baranê zêde rabû, bû sedema erd biheze û bi deham xanî di bin axê de bimînin. Heya niha tenê cesêde 51 kesan derxistine.
Li gor medya herêmê gelek kes birîndar bûne û gelek kes wenda ne. Li herêmê gelek tîmên rizgarkirinê û tenduristiyê xebatê dikin û ji malwêranan re çadir hatine vegirtin.