TR KU SO
FB X
Cîhan

Di hilbijartinên Fransa de Macron bi ser neket

Admin L
Nivîskar
📅 29 hezîran 2020 14:35

PeyamaKurd - Li Fransa, tûra duyem a hilbijartinên cîhî ku wê 22ê Adarê çebibûya lê ji ber pandemîyê hatibû taloqkirin, pêk hat.

Endamên partiya Tevgera Meşa Komariyê ku avakirê wê Serokkomar Macron e, li Parîs, Marsîlya û Lyon hilbijartin wenda kir.

Rayên Partiya Keskan bilind bûn û li gelek bajarên mezin seroktiya şaredariya ket deste wan. Di tûra yekem a hilbijartinan de, 16,5 milyon dengdêr biryara seroktiya 5 hezar şaredariyan dan.

Di tûra yekem û ya duyem de, bi giştî 34 hezar 967 şaredar û alîkarê wan hat hilbijartin.

Hejmara kesên ku îsal deng nedane ji %60 e û ev rekor e heta niha di hilbijartinan de.  Di 2014an de ev hejmar ji %37,87 bû.

Partiya Macron Tevgera Meşa Komariyê (LREM) li bajarên mezin wenda kir. Partiya Keskan (EELV) jî, li Lyon, Bordeaux, Strazburg, Poitiers, Besançon û Marsîlya bi ser ketin.

 

Parve bike: