Cîhan
Di lûla petrolê ya Rûsya de teqîn çêbû
PeyamaKurd – Li Rûsyayê li devera Leningradê xeta petrolê ya di navbera bajarên Bengardovka û Kovalevo de derbas dibe, tê de teqînekî mezin çêbû û agir pêket. Alava teqînê ji bajarê St. Petersburgê hat dîtin. Tîmên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê û parêzgerê Leningradê Aleksandr Drozdenko li ser teqînê got:
“Îtfaiye û tîmên rizgarkirinê bi sedema zorê teqîna ku di xeta petrolê ya di navbera Bengardovka û Kovalevo de çêbû û agir pêketibû, vemirandin. Ji ber ciyê teqînê ji jîngehan dûre talûka belavbûna agir tineye. Li ser sedema teqînê lêpirsîn dewam dike.”