Cîhan
Di nav AKPê de daxwaza îxrackirina hin kesan hat kirin
PeyamaKurd- Navenda Biryar û Rêvebiriya AKP ê biryar da ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu, Selçuk Özdağ, Ayhan Sefer Üstün û Abdullah Başcı ji partiyê bên îxrackirin. Bi wê sedemê bo kesên navborî daxwazname bo Dezgeya Navendê ya Dîsîplînê ya partiyê, bo biryara îxracê bo wan kesan bidin hat şandin.
Civîn di bin serokatiya Recep Tayip Erdoğan de hat kirin. Daxwazname bi sedema ku kesên navborî li gor rêziknameya partiyê ya karên hundir tevnegeriyane, hatiye kirin.
Pêvajoya îxracê weha dewam dike. Dezgeya dîsîplînê ya partiyê wê bicive û ji van kesên ku dixwazin bên îxrackirin parêznameya wan ya nivîskî û devkî bixwazin. Eger parêzname nedin, wê piştî wextekê endamtiya wan ya partiyê bi xwe bikeve.