TR KU SO
FB X
Cîhan

Donald Trump: Dibe ku car din bibim berendam

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 tebax 2022 17:32

PeyamaKurd- Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump, di axaftineke xwe ya li konferanseke siyasî de bal kişand ser hilbijartinên 2024an. Trump di axaftinên xwe de bi awayekî sergirtî diyar kir ku dibe ew car din ji bo serokatiya Amerîkayê bibe berendam.

Donald Tump, li bajarê Dallasê beşdarî Konferansa Çalakiyên Siyasî yên Muhafazakar bû û di konferansê de axaftineke siyasî kir.

Serokê Berê yê Amerîkayê Trump da zanîn ku hilbijartinên Amerîkayê yên sala pêş, dê di meha sermawezê de dest pê bikin.

Peyama berendamtiyê da

Trump di konferansê de 2 saetan axivî û li ser guftûgoyên berendamtiya xwe got,

“Vegugerîna Amerîkayê, dê di vê sermawezê de dest pê bike. Di sermaweza 2024an de dê xebatên me yên ku nayên rawestandin, bidomin.” Donald Trump bal kişand ser hilbijartinên serokatiyê jî û pê ve girêdayî got, “Dibe ku em vê yekê car din bikin.”

Serokê Berê yê Amerîkayê Trump li ser dozên ku di derbarê wî de vebûne jî axivî û amaje kir ku di dîroka welêt de kesê ku herî zêde zilm û zorê dîtiye, ew e. Trump bi berdewamî got, “Ger ku ez li malê bimama, dê ev zilm demildest rawestiya. Lê ez nikarim vê yekê bikim lewra ez ji welatê xwe û ji xelkê xwe hez dikim.”

Parve bike: