Cîhan
DYA: Balafirên stratejîk ên ji cureya B-52 gihistin herêmê
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat ragihandin ku balafirên B-52 yên bombebarkirî gihîştine herêmê.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin şandina keştiyên şer, pergalên parastinê yên mûşekî, balafirên veguhestina sotemeniyê û balafirên B-52 bo herêmê pejirandibû.
Piştî erêkirinê, hat ragihandin ku bombeyên stratejîk ên B-52 Stratofortress, ku ji 5emîn Baregeha Hêza Hewayî ya Minotê rabûn, îro gihîştin qada berpirsiyariya Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.